"Kurd hinek caran pir mixabin bi xwe qîmeteke nizim didin zimanê xwe"
Jeremy Fowler (researcher and writer) Credit: Supplied
Jeremy Fowler welatiyekî Brîtanî ye ku zêdetirî 10 salan li gel malbata xwe li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê dijîya. Ew li wir şêwirmendê zimanê Îngilîzî bû û mamosteyê berê yê Kurdolojiyê li Zanîngeha Nawroz bû. Di dema xwe ya li Dihokê de fêrî zimanê kurdî bûye, niha jî bi rehetî diaxive. Birêz Fowler herweha nivîskar û lêkolîner e jî. Di beşê dawî yê zincîreya duyemîn a Zimanê Nasnameya Min e de, em ji birêz Fowler wekî biyaniyekî ku fêrî Kurdî bûye, li ser ramanên wî yên li ser ziman û nêrîna wî ya li ser standardkirina alfabeya Kurdî dipirsin.
Share