Bi hezaran kes li Herêma Kurdistanê rastî îcramên sîber e zirardar dibin
Cyber crimes Source: Getty / Getty Images
Demeke dirêj e gelek kes li Herêma Kurdistanê û Iraqê wek bikarhêner berê xwe dane karê danûstandinên nav bazarên elektronîkî, ku bi berdewamî bi dirav, zêr, pere, karsazî û di pirojeyên curbicur de kar dikin, lê di dawiyê de derket holê ku ew sextekar û dizin. Li alîyekî din, parzûngehên neyasayî gelek pirsgirêk ji bo xelkê û gundiyan çêkirine, bi taybetî ji ber qirêjiya jîngehê û dûmanê, ku xelk tûşî gelek nexweşiyan bûne û daxwaza girtina van parzûngehên neyasayî dikin. Li gor zanyariyan ji 150 parzûngehên li Herêma Kurdistanê bi tenê du (2) qanûnî ne, tê xwestin ku yên din werin girtin.
Share