Şerê navxweyî yê 13 salan li Sûriyê bû sedema awarebûn û penabertiya bi milyonan kes, kesên ku li Ewropa û welatên cîran bi cîh bûn. Hin ji wan li welatê xwe yê nû biserkeftin û beşek jî di rewşên dijar re derbas dibin. Kesekî ku di karê xwe de bi serkeftîye, Elî Kobaniye ku di warê dirûna cilan de û bi taybetî cilên Kurdî de kar dike 11 salin li Herêma Kurdistanê dimîne. Dema di destpêkê de gihîşt Herêma Kurdistan ew rastî hinek dijwaryan bû. Piştî ku xelkê karê wî dît ew gelekî bi serkeft, ku ew niha bi dîzaynera cilên Kurdî Lara Dizeyî re kar dike û cilan didirû.
Ali Kobani,dressmaker
Ali Kobani with fashion designer Lara Dizeye Credit: Omer Nihad