'Australya xewnên mirovan pêk tîne'
Credit: Rami Alali
Berî du salan me bi ciwanekî Êzidî yê ku li kampeke penaberan li Herêma Kurdistanê dijiya, li ser meraqa wî ya wênekêşiyê ku xewna wî rojekê xwediyê kamerayeke baş be axifîn. Ramî Elelî berî salekê bi dêûbav, xûşik û birayên xwe re gihişt Australya û li Armidale bi cih bû. Me hevpeyvînek bi Ramî re kir wekî şopandin da ku em zanibin ka xewna wî ya bidestxistina kamerayekê ji dema gihîştina Australya pêk hatiye yan na. Rami ji me re got ku xewna wî pêk hatiye û ew beşdarî TAFE dibe ku zimanê xwe yê Îngilîzî baştir bike da ku di siberojê de karê wênekêşiyê bike.
Share