Xizmetê tenduristiya derûnî li seranserê welêt bi zimanên cuda hene, û ew bi piranî ji hêla wîlayet û herêman ve têne birêve birin.
Gelek rewşên ku pêdiviya wan bi alîkariya tendurustiya derûnî hene ku ji rewşa vîrosakorona peyda bûye, wekî diltengî û nîgeranî ta nixweşiyên derûniye wekî nixweşîya bipolar, stresa piştî tromayê, nixweşiyên kesayetiyê yan psîkozî.
Di pir rewşan de, ev rêxistinana wergêrên wan nînin. ji ber vê yekê ew xizmeta hukmeta federal e darayîkirî bi kar tînin , Xizmeta Wergerandinê TIS , ku xizmeteke bi têlefonê û rû bi rû ye, wergêrên zêdetirî 150 zimanan hene.
projeyek e ku ji hêla Mental Health Australia ve birêve tê birin ku li ser tendirustiya derûnî ji bo kesên ji bingeha çandî û zimanî (CALD) tê tesbîtkirin, pêşkêşkirina çavkaniyan, xizmetguzarî û agahîyan bi şêweyeke ku çandên cuda tê gihîştin.
Forûma Xizmetgûzariyên Australya ya ji bo Rizgarbûyên ji Êşkence û Tromayê (FASSTT) toreke ji heşt sazîyên pisporî ya rehabîlîtasyona Australya ye ku bi rizgarbûyên ji êşkence û tromayê yên ji derve hatine Australya kar dike. Piranî xerîdarên saziyên FASSTT wek penaber yan di bin bernameya mirovahî de hatine Australya. Li her wîlayetekê û herêmekê endameke/î ajansa FASSTT li Australya heye:
Alîkariya derûnî ya neteweyî Lifelines û xizmetan
- Lifeline - 13 11 14
- Mission Australia -
- Beyond Blue - 1300 22 4636
- Headspace -
- Suicide Call Back Service - www.suicidecallbackservice.org.au 1300 659 467
- Kids Helpline - 1800 55 1800
- MensLine Australia - 1300 78 99 78
New South Wales
Xeta Tenduristiya Derûnî li NSW
Xeta Tenduristî ya Derûnî li NSW ji her kesî re heye û rojane 24 demjimêran, heftê heft rojan li ser vê hejmarê vekiriye 1800 011 511
Navenda Tenduristiya Derûnî Pirrçand (TMHC)
Ev xizmeta wîlayetê alîkariya tenduristiye derûnî ji bo civankên pirrçand û yên ne-Îngilîzîziman (CALD) pêşêkêş dike, şêwirmendî û nirxandina klînîkî, pêşvexistina tenduristiya derûnî, çavkaniyan pêşve dike û perwerdeyê pêşêkêş dike.
TMHC alîkariya belaş ya doktorên duzimanî pêşêkêşe kesan û malbatên ku bi Tenduristiya NSW ya derûnî re pêwindîgirin dike, pêşkeftina tenduristiya derûnî, çavkaniyan pêşve dike û perwerde û hîndarî peyda dike. / ji bo karmendên TMHC ye ku bi zimanên din napeyvin.
Xizmet ji bo Dermankirin û Rehabilitasyona Zindîmayên Êşkence û Tromayê, STARTTS
STARTTS alîkarî û piştgiriya psîkolojîk ya têkildar e kultûrî pêşêkêş dike, herweha destwerdanên civakî ji bo ku xelk û civakên penabere ku bandora tromayê li wan bûyî dike, ji bo jiyaneke nuh li Australya ava bikin.
Wergêr ji TIS peyda dibin ji bo zimanên ku karmendên STARTTS napeyvin.
Victoria
Mala Weqfa ji bo kesên Êşkencekirî û Zindî
Ev rêxistina xizmetên bi belaş pêşkêşe penaberan yan kesên ji paşekokên wek-penaberan bi Îngilîzî, Erebî, Burmese, Hakha Chin, Darî, Dînka, Karen, Farisî, Swahîlî, Tamîl û Tigrinya dike
Tu dikarî li ser vê malperrê zanibî ka mafê alîkariyê ji bo te heye yan na:
Herweha wergêrên ji TIS jî hene ji bo karmendên ku bi zimanê te nedizanin.
Di heman demê de Victoria di nav zimanên cûda de agahdariya tendurustî ya derûnî pşkêş dike. Ew pêşdestiyeke Hukmeta Victoria ye û ji hêla Navenda Kultûrî ve birêve diçe, ku alîkariya berfireh derbarî metiryalên tenduristiyê pêşkêş dike:
Du rêxistinên din li Victoria rahênanên tenduristiya derûnî pêşêşe kesan dike:
Çalakiya li ser seqetiyê di Civatên Etnîk de (ADEC)
ADEC Bernameya Bidestxistina Tenduristiya Derûniye Pirrçand (TMHAP) ji bo baştirkirina bi destxistina xizmetên tenduristiya derûnî bo xelkên ji paşekokên pirrçand heye. Ew bi civatên etnîk re ji bo hoşyarkirina pirsgirêkên bi tenduristiya derûnî ve girêdayî pêşkêş dikin.
Ew di heman demê de alîkariya xizmetên tenduristî yên derûnî ji bo pêşxistina model û stratejiyên bersivdar yên çandî ji bo rahiştina civakên etnîk.
Tenduristiya Derûnî Pirrçand ya Victoria (VTMH)
Berê ev rêxistin bi Yekîneya Psîkolojiya Victoria ya Pirrçand (VTPU) dihat nasîn, VTMH yekîneyeke Victoria ye ku ji karûbarên tenduristiya derûnî yên klînîkî û karûbarên piştevaniya astengiya psîkolojîk piştgirî dike ji bo pisporên curbicur yên ku bi kes û çavdêrên pirrçandin (CALD) re kar dikin.
Ew xizmeteke lêpirsînê ji bo prîskan, karûbar û pêşveçûna civakê, perwerdeyê, bernameyên beşdarbûna çavdêran û karûbarên rasterast ji bo kesan pêşkêş dike:
Queensland
Navenda Tenduristiya Derûnî ye Pirrçand ya Queensland (QTMHC)
Ev rêxistina QTMHC xizmetê li seranserî wîlayetê alîkariya tenduristiye derûnî pêşêkêş e civakên pirrçand û yên ne-Îngilîzîziman (CALD) dike.
Ew agahdariyên wergerandî pêşêkêş dike: her weha gihîştina pisporan, bi rêya hevrêzên tenduristiya derûnî ya herêmî:
Bernameya Alîkariya Zindîmayên Êşkence û Tromayê ya Quensland (QPASTT)
Rêxistina QPASTT xizmetên hestiyar û çandî ji bo pêşxistina tenduristî û tenduristiya mirovên ku hatine êşkence kirin yan jî yên ku ber hatina Australya rastî tromayê bûne pêşêkêş dike.
Ew piştvaniya psîkolojîk û civakîye bi belaş pêşêkêş dike, herweha di nav de şêwirdarî jî heye:
Koma Cîhanî ya Sax û Silametiyê
The Brisbane-based World Wellness Group includes a series of programs for CALD communities:
Koma Cîhanî ya Sax û Silametiyê ku bingeha xwe li Brisbane herweha bernameyên CALD ji bo civatan heye:
- Bernameya Pirrçand ya Teropiya Psykolojî: bernameyeke ku alîkariyê pêşkêşe kesên ji kultûrên cûda û ne-Îngilîzîziman (CALD) li Bakurî Brisbane û herêmên Başûr pêşkêş dike. Wek alîkariya tenduristiya derûnîye sivik û navînî:
- Tenduristiya penaber û penaxwazan: ji bo ewledariya kultûrî, malbatparêz û yekparêziya çandî ji bo kêmkirina newekheviya tenduristiya demdirêj peyda dike:
- Xizmetên tenduristiyê ji bo xwendekarên navnetewî: alîkariyeke taybete ji bo kesên ji kultûrên curbicur, ku dikare ji alîyê xwendekarên navnetewî (OSHC) de bi kar bêt:
- Culture In Mind bernameyeke ku piştvaniya psîkolojî-civakî ji bo kultrûrên cuda û zimanên cuda (CALD) ji bo kesên 18+ pêşkêş dike, ku li herêmên dervayê Brisbane dimînin.
Cihê Aram
Cihê Aram (Harmony Place) rêxistinek pir-çandî ya ne hukûmî ye ku karûbarên tenduristî yên derûnî yên çandî ji bo mirovên ji paşereh û zimanî (CALD) cûda pêk dêt. Ew bi mirovên temen 12 salî re, di nav de, koçber û zarokên wan, penaber, penaxwaz, koçberên sineetkar û hevjînên wan re jî kar dikin. Ew li seranserê Queensland kar dikin, bi taybetî balê dikşînin ser kesêm çand cuda yên li Brisbane, Logan, Ipswich û Gold Coast.
Xeta tenduristiya derûnî
1300 MH CALL (1300 642255) xeteke telefonê ye veşartî ya xizmetên tenduristiya derûnî li Queensland e.
Wergêrên ji TIS hene
Northern Territory
MHACA (Central Australia)
Xizmetên alîkariya MHACA ji bo kesên jor 18 ku pirsgirêkên wan yên derûniyê hene pêşkêşe dike. Xizmetên wergêran bi yên rûbirû tenê hene û karmendên bi zimanên, Çînî, Urdu, Êrlendî û Hindî hene:
TîmêTenduristiya (TeamHealth) Darwin
TeamHealth xizmet û piştvaniya daniştvanên li Herêma Bakur (NT) yên ku pirsgirêkên tenduristiya derûnî hene dike: Wergerandina ji TIS jî heye. Malperr wergerandina otomatîk ya bi 80 zimanî pêşkêşe dike:
Navenda Melaleuca ya Penaberan
Ev rêxistineke ne-qazanciye ku alîkariya mirovahî pêşkêşe kesan û malbatên ji paşerehên penaber û koçberin. Ew xizmetên belaş pêşkêşe malbat, zarokan û ciwanan dike:
Kiwlisyona Tenduristiya Derûnî ya Herêma Bakur (NTMHC)
NTMHC saziyek ku karûbarên tenduristiya derûnî ya civakê li seranserê Herêma Bakûr birêve dibe
Xeta Tenduristiya Derûnî li Herêma Bakur: 1800 682 288
Ev xizmeta dikare bi rêyaXeta Tenduristiya Derûnî dema pêdivî heye bi rêya wergêr peyda bibe: :
Rojavayî Australya
Komeleya Xizmetên ji bo zindîmayên Êşkence û Tromayê (ASeTTS)
ASeTTS xizmetan ji bo penaberên ku ji êşkence û tromayê rizgarbûyî ji bo avakirina jiyaneke nuh pêşkêş dike, bi van zimanan Erebiya Dînka, Karen û zimanên Kirundi.
Navenda Tenduristiya Derûnî Pirrçand ya Rojavayî Australya
Ev xizmeta tenê di nav Nixweşxaneya Royal Perth de heye û ji bo dîtina sê caran piştî nixweş diçêt mal. Wergêr hem bi telefonê hene û hem jî rû bi rû hene:
Tasmania
Navenda Phoenix
Navenda Phoenix Navenda Çavkaniya Koçberiyê alîkariyê ji bo penaberan pêşkêş dike. Şêwirmendênb derûnî pêşkêş dike û projeyên fêrbûnê ji bo piştgiriya kesan û civatê jî pêşkêş dike. Karmendên Navenda Phoenix bingeha wan li Hobart û Launceston û herweha xizmetê li seranserî wilayetê pêşkêş dike:
Xizmetgûzariya hukmeta Tasmania alîkariyê pêşkêşe niştecêyên ku rewşa wan ya derûnî di tehlûkeyê de dike, ku rasterast bi kilînîkên hukmetê re yan bi rêya pêşkêşvanên xizmeta derûnî û herweha ya doktorê malbatî re girêdaye dike. Ji bo zaniyariyên zêde serî li Xizmeta Tenduristiya Derûnî xîne: ji bo nirxandin û alîkariyê telefone 1800 332 388
Australian Capital Territory (ACT)
Companion House, Alîkariya Zindîmayên Êşkencekirî û Tromayê
Alîkarî û piştvaniyê pêşkêşe penaxwaz û penaveran dike, amanca Companion House ku jiyana kesên tên Austalya ava bike.
Şîretvan alîkariya kesên ji mêj ve hatinî û yên nuh hatîn pêşkêşe mezinan, zarokan û ciwanan dikin:
Hukmeta ACT xizmeta krîza tenduristiya derûnî heye ku li ser vê hejmara (1800 629 354 or 02 6205 1065) yan bi rêya serlêdana malperrê bi dest xînin:
Başûrî Australya
Têkiliyên Australya
Perwerdeya Kesane û Hêzkirina Civakê (PEACE) xizmeteke li ser pêşkêşkirina xizmetên civatên pirrçandî ye CALD.
Vîzeya wan çi dibe bila bibe, PEACE alîkariya kesan, malbatan û civatan dike:
Alîkariya Zindî mayên ji Êşkence û Troma û Baştirkirinê, STTARS
STTARS alîkariya taybet ya şîretvanên derûnî pêşkêşe kesên ji paşerehên penaber pêşkêş dike. Xizmetgûzarî bi belaşe û xem nake tu çendîn sale li Australyayî ev xizmet bi dest te dikeve. Lîsteya çaverêkirinê ji bo STTARS heye, lê ewên pêdivîyeke taybet dê xizmet zûtir bi dest wan keve.
STTARS xizmeteke belaşe, xwebexşe, nehênî ye, şîretvanên derûnî û wergêran pêşkêş dike.
Bernameyên wan yên din hene, yên pêwindîgir bi zarokan û ciwanan, malbatan û penaxwazan:
Ji bo karûbarên tenduristiya derûnî ya bi zimanê te, serî li:
- Xelkê li Australya divê mîtro û nîvekê (1.5) ji hev dûr bin. Civênen kesan li gor wîlayeta tu lê dijî ye.
- Testkirina ji vîrosa korona li seranerî Australya heye. Heke te nîşanên wek girîpê hene, tedbîrên bo testkirinê bike yan jî telefone dokorê xwe bike yan jî telefone Tenduristiya Agahiyên Vîrosa Korona bike1800 020 080.
- Hukmeta Federal appa şopandina vîrosa korona COVIDSafe ji bo barkirinê ji firoşgeha telefona te heye.
- SBS agahdariyên ji bo Civakên pirçand e li Australya derbarî geşedanên herî dawî sebaret bi Vîrosa Korona dide. Nûçe û agahdariyên bi 63 zimanan hene li